Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Jinekê di 22ê Îlonê de li Stenbolê ji ber ku şaleke kurt li xwe kiribû rastî êrişa mêrekî hat. Binalî Yildirm derbarê mijarê de daxuyanî da.
Bînalî Yildirim ku ji nîvîskarê Rojnameya Hurrîyetê Ahmet Hakan re axivî û got: êrîşkar kesekî ne normal e, di rewşeke wiha de eger tiştek bi xweşa kesî nebe jî ew kes ancax dikare vê yekî bi dengekî nerm û nizm bîne ziman.”
Serokwezir Yildirim rewşa êrîşkerê ku ewil hat berdan paşê jî hat girtin de got:di pergala edaletê de pirsgirêk heye, biryarên hiqûqî ne li gorî berteka civakê, li gorî qanûnan tên dayîn.
Serokwezîrî got ku li Tirkiyeyê fikara derbarê awayê jîyanê de derketiye rêzemîna 15yan.
Axaftina Serokwezîr Yildirim wiha ye:
“Li gorî fikra min ew mêrik kesekî normal nîn e. Ji ber ku tiştê wî kiriye karêkî ku mirovê normal bike nîne. di rewşeke wiha de eger tiştek bi xweşa kesî nebe jî ew kes ancax dikare vê yekî bi dengekî nerm û nizm bîne ziman. Eger li qeydê wî yên berê binerin dê pirsgirêkên wî yên derûnî-psîkolojîk derkevin holê. Hal û weziyata wî jî ne normal e. Eletewşo tevdigere”.
“Di pergala me ya edaletê de pirsgirêk heye. Bes bi awayekî fermiyetê karê dinirxînin, nayê fikirîn ku gelo civak vê yekê çawa dibîne û pêşwazî dike. Tenê bi awayekî teknîkî û beyî hemû rastî û pêşwaziya civakê di warê teknîkî de biryar tê dayîn. Piştre eger hûn biryarên şaş rast jî bikin, mixabin xisar û aciziyên wê yekê ji holê ranabin.”
“Eger hûn li Tirkîyê, rêzemîna fikara awaya jiyanê bikin ew tê rêza 15emîn. Eleqeya vê yekî bi rastîya Tirkiyeyê ve tine ye. Ev yek ji bo CHPê mijareke baş bû û wan pê kiribûn siyaseta xwe pêk dianîn. Lê ev yek jî xelas bû. Pêşanîya gelê Tirkiyeyê teror,aborî, bêkarî û pirsgirêka dabeşîya dahatayê…”
(ÇT/ZY)