Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Bînalî Yildirim eşkere kir ku çêdibe bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî dema Rewşa Awarte bê dirêjkirin.
Li gor biryara hatî dayin dema Rewşa Awarte dê di 19ê Nîsanê de biqede.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte dema wê du caran hat dirêjkirin
Di 15ê Tîrmehê de ji bo derbekirinê hewildanek hat kirin. Di 21ê Tîrmeha 2016ê de ji bo îlankirina Rewşa Awarte deng hat dayin. Ji 461 parlamenteran 346 parlamenteran dengê erê û 115 parlamenteran dengê na da û Rewşa Awarte hat îlankirin.
Di 19ê Çiriya Pêşiyê de dema Rewşa Awarte sê mehan hat dirêjkirin.
Di 2yê Kanûna Paşiyê de dîsa dema Rewşa Awarte hat dirêjkirin.
Referandûma guhertina Makeqanûnê dê di 16ê Nîsanê de bê kirin.
Dibe bibe salek
Serokwezîrê Bînalî Yildirim îro bi rojnamegerên navneteweyî re civîya û diyar kir çêdibe Lijneya Ewlehiya Neteweyî dema Rewşa Awarte dirêj bike. (AS/MB)