Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwekîlê Koma HDPyê Ahmet Yildirimê li Parlamentoyê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê operasyona Efrînê de daxuyanî da.
Yildirimî got ku “Îro li Parlamentoyê tenê yek partî heye ew jî HDP ye” û wiha berdewam kir: “Ti bangewaziya me nîne ku piştgiriyê bidin HDPyê, bibin HDPyî. Em bangê dikin ku piştgiriyê bidin polîtîkayên aştiyê.”
“Li Efrînê tenê Kurd tune ne”
“Li Efrînê tenê Kurd tune ne. Tirkmenên ku ji Bayikbûcakê hatine li wir in, Erebên ji Idlibê hatine li wir in, Şîe, Xiristiyan, Sune li wir in.
“Ya li holê ye ne parastina welêt e”
Digel hemû derewên wan, ne ji Efrînê ne jî ji Rojavayê zixurek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye avêtine. Sibe dusibe dema dîsa li şevnişînan, li holikan cenazeyên bi alaya Tirkan hatine xeilandin, taziye werin sazkirin berpirsê wê desthilatdariya siyasî be. Yek jî berpirsiyasî di stuyê wê yêdeka desthilatdarê ya di rengê muxalefetê de be ku dûvika desthilatdariyê ye û weke stepneyê kar dike.
“Qaşo parastina welêt e. Di nava heft salan de kîja gavê Kurdên Sûriyeyê êrîş birine ser Tirkiyeyê da ku hûn welêt diparêzin? Ya li holê ye ne parastina welêt e. Ev hemû derew in. Du hefteyên dawiyê, behsa bombeyên li Reyhanli û Kilîsê dikevin dikin. Tapeyên wê civînê hîna di bîrê de ye ku Şewirmendê MİTê beşdar bûbû. Çi gotibû Şêwirmendê MİTê, ‘em ê yek du roketan bavêjin û hinceta ketina wir çêbikin’. Li wir ne parastina welêt ne jî pirsgirêka hebûn û tunebûnê heye. Tiştek heye, ew jî tirsa windakirina paldankê ya desthilatdariyê ye.”
“Êrîş li ser aştiyê heye”
“Erê li vî welatî gefek û êrîşek heye. Êrîş li ser çi heye? Êrîş û gef li ser aştiyê û aştîxwazan heye. Êrîş li ser azadiya ramanê heye. Azadiya nivîsê, nivîsandinê, siyasetê nîne; di bin êrîşê de ne. Êrîş li ser hiqûqê heye.
“Hewldana aştîxwazan li vî welatî weke terorê tê dîtin. Ji kengî de daxwaza aştiyê, bikaranîna medyaya civakî weke ‘piştgiriya terorê’ tê qebûlkirin?
“Duh Serokwezîr Bînalî Yildirimî di 15 xalan de çi ji saziyên çapemeniyê re gotin? Got ku ‘nûçeyên desthilatdariyê aciz dikin çênekin’ û çapemenî hişyar kir. Çapemenî di bin gefan de ye.”
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got:
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Îro roja sêyem e ku operasyon didome.
(BK/FD)