*Bernameya hevbeş a Kanal 7 û Ulke TVyê, Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altûnî li ser hesabê xwe yê medyayê peyamek weşandiye û ew îdiayên ku dibêjin Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan gelekî nexweş e, red kiriye.
Altûnî behsa îdiaya kiriye û gotiye, “Em wan îdiayên bêbingeh ên derbarê tenduristiya Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdoganî de red dikin. Çiqasî dezenformasyonê bikin jî dê nikaribin wê rastiyê biguherînin ku gelê tirk bi rêberê xwe re ye û Erdogan û AK Partî wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de serkeftî bin.”
Oktay: Sermayeke sivik ew girtiye
Alîkarî Serokomarî Fûat Oktayê duh piştî merasîma vekirinê ya Xeta Trêna Gelekî Bilez a Enqere-Sêwasê, dema ji Sêwasê vedigeriya Enqereyê bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Oktayî gotiye, “Tenduristiya Serokomarê me gelekî baş e. Em her daîm diaxivin. Her gavê dibe ku program biguherin. Serokomarê me wê di kar û barên xwe de berdewam be. Gelek bernameyên wî hebûn. Wî bi xwe jî got, sermayeke sivik ew girtiye.”
Çi bûbû?
Tenduristiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 25ê Nîsanê di dema bernameya hevbeş a Kanal 7 û Ulke TVyê de nebaş bûbû. Erdoganî piştî vê rewşê gotibû, “Îro li ser pêşniyarên doktorên xwe, ez ê li malê bêhna xwe bidim” û wê beşdarî bernameyên li Kirikkale, Yozgat û Sêwasê nebe.
Alîkarê Serokê Giştî yê AKPyê Erkan Kandemîrî duh gotibû ku, civîna Erdoganî ya îro jî hatiye betalkirin.
Rojnameger Îsmaîl Saymazî jî diyar kiriye ku bernameya hevbeş a weşana Euro D, ATV Ewropa, NTV Ewropa û TRT Wordê jî betal bûye. (AS/FD)