Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî referandûmê piraniya paketa guhertina destûra bingehîn ya ku ji 18 xalan pêk tê, wê di 3ê Mijdara 2019an de bikeve meriyetê ku di vê dîrokê de wê hilbijartina giştî û hilbijartina serokomariyê bihev re çê bibin.
Lê 3 xalên paketê dibe niha bikeve meriyetê. Ev, endamtiya partiyê ya serokomar, jinûvekirina Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran û rakirina dada leşkerî ne.
Erdogan beyannameya endamtiyê îmze kir û bû endamê AKPê.
Erdogan li Navenda Giştî ya AKPê axivî û got: “Ez îro dîsa vedigerim evîna xwe, hezkiriya xwe, partiya xwe ya ez avakerê wê me ku di 27ê Tebaxa 2014an de ji ber ku gelê me ji bo wezîfeya serokomariyê min hilbijart li gorî Destûra Bingehîn ez neçar mam jê veqetim”. (NV/FD)
Fotograf: Okan Özer - Ankara/AA