Fotograf: Reuters
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomarê Kazakistanê Comerd Tokayev ji endamên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Kolektîf (RPEK) xwestiye "li hemberî gefa terorê alîkariyê bişînin". RPEK ji 6 dewletan pêk tê: Ermenîstan, Belarûs, Kirgizîstan, Rûsya, Tacîkistan û Kazakîstan û li gor peymanê heger endameke rêxistinê rastî êrîşekê bê, rêxistin dikare mudaxileyê bike.
Li gorî zanyariyên li ber dest, înternet li Kazakîstanê bi temamî hatiye birîn û pevçûnan li her aliyê welêt rû daye. Doh li bajarê herî mezin yê Kazakistanê, Almaatayê komekê êrîş biriye ser avahiya şaredariyê û balafirxane xistiye bin kontrola xwe. Li gor ajansa nûçeyan a RIAyê ya Rûsyayê heya aniha 8 polîs mirine û 317 jî birîndar bûne.
Her wiha Berdevkê Polîsan Saltanat Azîrbek diyar kiriye ku "Ji doh ve gelek êrîşkar hatine kuştin û Balafirxaneya Almaatayê hatiye rizgarkirin." Yekîneyên pêşîn yên RPEKê jî gihîştine Kazakistanê û hêzên sîvîl û eskerî yên rêxistinê li herêmên Kazakistanê bicîh bûne.
Dewletên Rojavayî jî bertek li hemberî tundkariyê nişan didin. Revebirîya DYAyê ji her aliyan xwestiye ku "bi xwînsarî tevbigerin" û îdiaya Rûsyayê ya "li pey pêşandanan DYA heye" red kiriye. Konseya Dewletên Tirkan jî ragihandiye ku ew amade ne alîkariyê bişînin Kazakistanê. Her wiha aktîvîstê siyasî yê Kazak Muxtar Ablyazov diyar kiriye ku ji bo koordînasyona xwepêşandanan li Kievê navendek ava kiriye. (TP/OP/FD)
* Çavkanî: BBC Tirkî, Reuters, Guardian
**Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye