Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku cihê helîkoptera ku Serokomar Îbrahîm Reîsî û şanda pê re tê de bû hatiye dîtin.
Televîzyona fermî ya Îranê aşkere ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di qezaya helîkopterê de mirin.
Televîzyonê beriya niha ragihandibû ku helîkoptera ku Reîsî û heyeta pê re tê de ye hatiye dîtin, li cihê kavilan ti nîşaneyên jiyanê nînin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.
Biryara darvekirina 3 hezar kesan
Li gorî rêxistinên mafê mirovan û muxalefeta Îranê dema Reîsî weke Alîkarê Dozgerê Giştî yê Tehranê wezîfedar bûye biryara darvekirina 3 hezar kesî daye.
Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979an sala 1988an bi fermana Xumeynî bû yek ji endamên komîteya dozgeran.
Dijberên rejîmê ji wê komîteyê re dibêjin “komîta mirinê”.
Li gorî nûçeya Rûdawê rêxistinên mafên mirovan îdia dikin ku herî kêm 3 hezar girtî sala 1988an hatin darvekirin û di gorên komî yên bêkesan de hatin veşartin.
Lê belê Îbrahîm Reîsî wan îdîayan red dike.
Piştî mirina Ruhulah Xumeynî û Elî Xamineyî bû di sala 1989an de bû Rêberê Îslamî yê Îranê ji bo Îbrahîm Reîsî jî qonaxeke nû dest pê kir.
Amerîkayê ji ber îdamên salên 2019an û biryarên Reîsî yên li ser îdaman navê wî xistibû lîsteya kesên ambargo li ser.
Reîsî di navbera salên 1990 û 1995an de wekî Serdozgerê Giştî yê Komarê yê Tehranê hat tayînkirin.
Sala 2016an de ji aliyê Xamineyî ve wekî Serokê Weqfa Mezargeh û Kompleksa Îmam Riza ya bajarê Meşhedê hatibû tayînkirin.
Weqfa Mezargeh û Kompleksa Îmam Riza yek ji saziyeke gelekî mezin a Îranê ye ku bi milyaran dolar lê kom dibin.
Reîsî yek ji kesê herî nêzîk ê Xamineyî ye. Sala 2019an Reîsî wekî Serokê Encumena Teşhîsa Berjewendiyên Nizama Îranê hatibû tayînkirin.
Di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2021ê de Îbrahîm Reîsî ji sedî 62ê dengan wergirtibû û bûbû 8emîn Serokomarê Îranê.
Çi bûbû?
Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.
Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.
Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.