Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Katerina Sakellaropoulou, Serokomara Yewnanistanê derbarê geşedanên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de yên li Rojhilatê Behsa Spî, bersiva pirsên Nic Robertsonî, nûçegihanê CNNê daye.
Katerina Sakellaropoulou, derbarê pirsa ku dibêje welatê wê ji ber çi ji Fransayê balafirên şerî kirine, wiha axiviye:
“Ne ku bi taybet ji bo peyamekê bidin, em vê dikin. Lê pêşiyên me yewnaniyan wiha gotine, ‘heke hûn dixwazin li hev bên divê hûn ji her demê bêhtir ji bo şerî amadekariyan bikin.’ Divê em jî ji bo her tiştî xwe amade bikin.”
Serokomara Yewnanistanê her weha çalakiyên Tirkiyeyê “dijyasayî” nirxandiye û gotiye ku li herêmê “dibe sedema rageşiyeke ku heta niha çênebûye.” (PT/FD)