Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo “Civîna Serokên Hikûmet û Dewletan a NATOyê” çû paytexta Belçîkayê Brukselê. Erdogan wê di çarçoveya program û lûtkeya NATOyê de hin hevdîtinan bike.
Erdogan di vê çarçoveyê de wê bi Serokomarê Fransayê Emmanûel Macronî, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê û Serokomara Îngiltereyê Thresa Mayê re bicive.
Hevdîtina bi Macronî re wê li Otela Wiltcher’s Steigenbergerê, hevdîtina bi Mayê re li Avahiya Baregeha NATOyê bicive. Erdogan herî dawî wê bi Merkel re rûnê.
Li balafirxaneyê hat pêşwazîkirin
Erdogan ê ku vê sibê çû Brukselê, li balafirxaneyê ji hêla Alîkarê Midûr ê Protokola Dewletê yê Belçîkayê Alain van Gucht ve hat pêşwazîkirin. Li ser navê Tirkiyê jî Nûnerê Daimî yê Tirkiyê li NATOyê Balyoz Fatîh Cylan, Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê Balyoz Farûk Kaymakçi jî li balafirxaneyê Erdogan pêşwazî kirin.
Di nava kesên ku li balafirxaneyê Erdoganî pêşwazî kir futbolîstê berê yê Trabzonsporê Îbrahîm Yattara jî hebû. (HK/FD)