Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan îro di Civîna Koma Parlamentoyê ya partiya xwe de axivî.
Erdoganî behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê kir û got ku qetlîamên hikûmeta Îsraîlê 40 roj in bênavber didomin ku piştgiriya bêsînor a Amerîka û welatên Rojavayî wergirtiye. Erdoganî destnîşan kir ku Îsraîl dibistanan, mizgeftan, dêran, nexweşxaneyan, bazaran, avahiyan, kolanan bi zanebûn dike hedef û dixwaze bajarekî tevî mirovên di nava wê de bi temamî ji holê rake.
“Hamas li Filistînê di hilbijartinê de bi ser ket”
Erdoganî Îsraîl weke “dewleta terorê” penase kir û diyar kir ku sivîlên neçar hiştiye ji cih û warên xwe derkevin, bi zanebûn bombebaran dike:
“Ez niha bi dilekî vekirî û rehet dibêjim ku Îsraîl dewleta terorê ye. Tu dibêjî Hamas rêxistineke terorê ye. Hamas partiyeke siyasî ye ku li Filistînê ketiye hilbijartinê û bi ser ketiye. Piştî di hilbijartinê de bi ser ket, we mafê wê, mafên wê ji destê wê derxistin. Îsraîl û Amerîkayê bi hev re jê stendin. Divê em van rastiyan bibinin. Lê hîna li welatê min jî hin kesên nizanin, fam nakin hene ku Hamas partiyeke siyasî ye. (AS/FD)