Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna berfirehkirî ya serokên rêxistinên bajaran ên AKPyî de axiviye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Erdoganî gotiye, “Dibe em li gorî şert û mercên demsalê, dîroka hilbijartina 2023yan hinekî bi pêş de bînin û nû bikin, herî baş hûn girîngiya vê hilbijartinê dizanin.”
Beşek ji axavtina Erdoganî wiha ye:
“Di van rojan de em li ber deriyê ezmûneke nû ne. Dibe em li gorî şert û mercên demsalê, dîroka hilbijartina 2023yan hinekî bi pêş de bînin û nû bikin, herî baş hûn girîngiya vê hilbijartinê dizanin.
“Ez ê hejmara endamên partiyên din bibêjim. Hemûyan bixin ser hev, wê li sêyan bidin, dîsa jî nagihêjin hejmara endamên AK Partiyê. Hejmara endamên AK Partiyê, bilindtirîn hejmar e ku di dîroka me ya komarê de partiyeke siyasî bikaribe bigihêjê.
“Her pêşketinên li cîhan û herêma me dibin, bixwazî nexwazî bandorê li welatê me jî dikin. Ferq û cudahiya Tirkiyeyê ji welatên din, him dikare encamên neyênî yên vê bandorê di aste herî kêm de bihêle, him jî dikare krîzan veguhezîne avantajan.
“Ji enflasyonê bigire heta rêjeyên faîzê, ji wir heta rîtmîn projeyên mezin, me pêşketineke dîrokî bidest xistibû. Em bi gavên ji xwe bawer ber bi hedefa xwe ya ku dixwazin bikevin nava mezintirîn 10 ekonomiyan ve diçin, di vê pêvajoyê de hin bûyer derketin pêşberî me ku bi mentiq û ferasetê nayên fahmkirin.
“Daxwazên bi mehneya bûyerên Geziyê danîn ber me bi xwe jî bi tena serê xwe, bi rengekî vekirî û fermî hişyariya seknê bû ji bo Tirkiyeyê. Dema me ev tişt dît û me di rêya xwe de dewam kir, bi hewldana derbeyê ya emniyet-darazê ya 17-25ê Kanûna Pêşiyê, bi dek û dolaban xwestin rêvebiriya rewa ya welêt hilweşînin. Gava miletê me ev dek û dolab têk birin, bi çalakiyên koncalan, êrîşî yekgirtina xata welatî kirin.
“Dema me bi hêzên me yên ewlehiyê terorîst di wan koncalan de binax kirin, sinir û bajarên me kirin hedef. Me bi operasyonên li dû hev ev lîstik jî xera kir.
“Hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya ku bi xayînên ketibûn nava artêşê pêk anîn jî, bisek neket. Piştî ku me sîstema birêveberiyê guherand û têkoşîn anî asta herî bilind, gefa rûxandina ekonomiya me xwarin ku di cîhanê de mînakeke weke wê nîne. Me bi tedbîran ev pirsgirêk jî çareser kir û bayên krîzan ên bandor li hemû cîhanê kir, bandor kir.” (EMK/FD)