Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Erdoganî ji bo hevdîtinê gazî AKP, CHP û MHPê kir, lê gazî HDPê nekir. Parlementerê HDPê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu derbarê mijarê de nîrxandinên xwe kirin.
‘Sînorên rejîma nû’
Ertugrul Kurkçu ragihand ku CHP ji bo hevpariya rejîma nû hatiye diyarkirin û MHP jî ji xwe ji berê ve wê teklîfê qebûl kiriye.
Kurkçu got: ‘MHP û AKP yanê MHP û Erdogan teklîf li CHPê dikin ku ew di nav rejîma nû de weke baskê çepgir cih bigirin û destnîşan dikin ku di rejîma nû ya Tirkiyeyê de sînorê herî dawî ev e.’
‘Wisa destnîşan dikin ku hemû alî û girseyên ku derveyê wê sînorên bimînin jî dê rastî jixwederkirinê werin. Bê guman ew yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ew hewldan ne meşrû ye.’
‘Riya rejîma otorîter’
Kurkçuyî derbarê feraseta CHPê de wiha got: ‘Hevparbûna CHPê wê li Tirkiyeyê avakirina rejîma nû dê hêsantir bike û ev hewldana CHPê ji bilî vê yekê kêrî ti tiştekê jî nayê.’
Kurkçu wiha got: ‘Kiliçdaroglu bi vê pêngavê îxanetê li alîgirê xwe dike û hêviyên wan dişkîne.’
HDP nehat gazîkirin
Serokomar Tayyip Erdogan îro di saet 14:00an de Serokê Giştî yê AKPê Binali Yildirim , Seokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli re li Qesra Serokomariyê dê hevdîtinê bike.
Erdogan di nav partiyên ku di meclisê de koma wan heye de tenê gazî HDPê nekir.
(YY/YO)