Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan teklîfa guhertina Makeqanûnê îmze kir. Teklîf ji bo serokwezîrîyê hat şandin, referandûm dê li ser wê bê kirin.
Makeqanûna bi navê Makeqanûna Komara Tirkiyeyê ya 6771. dê li Rojnameya Fermî bê weşandin. Piştî weşandina Makeqanûnê divê 60 roj biborin. Piştî 60 rojan di Yekşema pêşiyê de Referandûma Makeqanûnê dê bê kirin.
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kûrtûlmûûşî diyar kiribû ku çêdibe referandûm di 16ê Nîsanê de bê kirin.
Hûn dikarin ji vê derê hemîya teklîfa Makeqanûnê bi zimanê Tirkî bibînin.(NV/MB)
Wêne: Arşîv