Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokên 18 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya serokên baroyan de wiha hat gotin: “Di bin navê guherandina makeqanûnê de erkê hukumdariyê didin kesekî lê navê sîsyemê jî kirine serokomarî. Ev yek îktîdarbûna yekkesî ye û di bin navê guherandina makeqanûnê de tînin pêşberî gel de.”
Civîna serokên baroyan roja şemiya borî (28ê Çileyê) li Stenbol Beyoglu Park Otelê hat kirin. Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, Serokê Baroya Îzmîrê Aydin Ozcan 3u serokên baroyên Antalya, Balikesir, Aydin, Bursa, Çanakkale, Denizli, Kirklareli, Kocaeli, Manisa, Edirne, Mugla, Sakarya, Tekirdag, Bilecik û Yalovayê beşdarê civînê bûn.
“Ev yek hewldana tinekirina sîstema demokratîk e”
Piştî civînê daxuyaniya hevpar hat xwendin. Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev yek hewldaneke wisa ye ku hemû mafên mirovan û welat bi xwe radestî kesekî tê kirin. Ev erkên hanê di destê keseke herî demokratê dinyayê de be jî wê ew kes ji demek şûnde bibe dîktator. Bi vê yekê ve dê sîstema demokratîk û parlementerî were tinekirin.”
Serokên baroyên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne:
Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, Serokê Baroya Îzmîrê Aydin Ozcan, Serokê Baroya AntalyayêPolat Balakan, Serokê Baroya Balikesirê Erol Karabay, Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkurt, Serokê Baroya Bursayê Gurkan Altın, Serokê Baroya Çanakkaleyê Bulent Şarlan, Serokê Baroya Denizliyê Mujdat Ilhan, Serokê Baroya Edirneyê Kaan Polat, Serokê Baroya Kirklareliyê Turgay Hiniz, Serokê Baroya Kocaeliyê Sertif Gokçe, Serokê Baroya Manisayê Ali Arslan, Serokê Baroya Muglayê Cumhur Uzun, Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan, Serokê Baroya Tekirdagê Erhan Sezen, Serokê Baroya Bilecikê Hasan Şahin û Serokê Baroya Yalovayê Hakan Gergeroglu.
(EA/YO)