Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Zanîngeha Colemêrgê, Prof. Dr. Ebubekir Ceylanê ku polîsan ji ber hewildana derbekirinê ew desteser kiribû, bi biryara dadgehê hat girtin.
Seroka Zanîngeha Dîcleyê jî pêşiyê ji karê wê hatibû dûrxistin û paşê hatibû girtin. Piştî ku Prof. Dr. Ebubekir Ceylan hat girtin hejmara akademîsyenên girtî ya kêm bû 23.
Piştî ku Ceylan hat desteserkirin di 28ê Tîrmehê de hat serbestkirin. Bi daxwaza dozgerî Ceylan dîsa hat desteserkirin û niho biryara girtina wî hat dayin.
Li gor rojnameya Hurrîyetê Ceylan bi tometa ‘’alîkarî û xwedaniya li FETO(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir) hatiye girtin.
Ji ber hewildana derbekirinê di Zanîngeha Colemêrgê de, 12 xebatkar hatibûn girtin. (BK/MB)