Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikînin
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK), Sadi Guvenî diyar kir ku wan li qeyda hemî hilbijêran nêriye û ti hilbijêrên xeyalî nînin.
Guvenî diyar kiriye ku wan li gor qeyda hilbijêran li navnîşanan nêriye. Wan dîtiye ku 56 hezar û 495 kes li navnîşanên dîyarkirî najîn û li ser wê yekê YSKyê qeyda wan hilbijêran betal kiriye.
Li Tirkiyeyê 57 milyon û 93 hezar û 985 hilbijêr hene. Îdia hebûn ku gelek kesên ji 100 saliyê pîrtir jî di lîsteya hilbijêran de hebûn.
Guvenî gotiye:
“Me jî dema ku dît qeyda zêdetirî 6 hezar kesên ji 100 saliyê pîrtir heye em ketin sig û gumanê. Me kontrol kir û navê wan kesên mirîn ji lîsteyê bir.”
Biryarnameya YSKyê
Li gor biryarnameya YSKyê(Lijneya Bilind a Hilbijartinan) heke navê kesekê/î ji bo navnîşaneka nû wek hilbijêr bê nivîsîn lê guman hebe ku kesekê/a welê nîne. Polîs û Cendirme dê lêbikole ka ew kes hene, li ser navê wan ti belge(fatûre, tapu...hwd) hene. Heke nebe dê bê betalkirin.
*Hilbijêrên xeyalî: Navê hin kesan li hin cihan wek hilbijêr hatine îlankirin lê kesên bi wî navî nînin. Paşê kesên dî çêdibe ku li ser wan navan dengê xwe bidin û encama hilbijartinê biguherin.
(EKN/MB)