Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sadî Guven, Serokê Saziya Biland a Hilbijartinê (YSK), derbarê nîqaşên li ser hilbijartinê de daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye. Guvenî gotiye ku nivîsên gilîkirina serokên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan û hin berpirsiyarên din şandine Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK). Guvenî diyar kiriye ku van kesan di dema hilbijartinê de ne li gorî yasayê wezîfe dane hin kesan.
Guvenî her weha behsa ji nû ve wezîfekirina serokên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan a ji bo 23yê Hezîranê kiriye. Ev kes di hilbijartina 31ê Adarê de jî bûbûne wezîfedar lê piştî hilbijartinê lêpirsînname derbarê wan de hatibû amadekirin.
Guvenî gotie, tayînkirina dadweran ne erka YSKyê ye û wiha berdewam kiriye: “Mecbûriye ku serokên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan ji nava dadwerên payebilind werin hilbijartin” û diyar kiriye ku HSK cihê wezîfeya van dadweran diyar dike.
Lêpirsînname ji bo midûran hate amadekirin
Sadî Guvenî derbarê lêpirsînnameya ji bo midûrên saziya hilbijartinê de jî ev zanyarî daye: “Bi sedema ku karen dijyasayî kirine, lêpirsînname ji bo midûr û hin berpirsiyarên din ên di dema hilbijartina 31ê Adarê de li Stenbolê wezîfe kirine hatine amadekirin ku bi vê sedemê hilbijartin hatibû betalkirin.
“Her weha 13 midûr ji ber heman sedemê li hin bajarên din hatine wezîfedarkirin”. (HA/FD)