Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sadî Guven, Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) li ber avahiya YSKyê bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Guvenî li ser nîqaşa ku dibêjin Ajansa Anadolûyê (AA) daneyan par ve nakin wiha gotiye: “AA ne mişteriyê min e. daneyan ji min wernagire. Dema ku AA rêje ji sedî 90 nîşan dida, min nû dane bar dikirin”.
Sadî Guvenî bi bîr xistiye ku pêvajoya îtirazê ya li dijî encamên hilbijartinê dest pê kiriye û diyar kiriye ku wê ev pêvajo heta sibehê berdewam bike. Li gorî heman daxuyaniyê heta niha li Stenbolê li dijî 84 sendoqan îtiraz hatiye kirin.
Serokê YSKyê diyar kiriye ku li gorî daneyên wan li Stenbolê Ekrem Îmamoglû, namzetê Rêkeftina Miletê di pêş de ye û wiha gotiye: “Niha li gorî hejmarên ku hatine ber destên min, Ekrem Îmamoglû 4 milyon û 159 hezar û 650 deng wergirtiye. 4 milyon û 131 hezar û 761 dengên Binali Bey di sîstemê de hatiye nivîsandin”. Li gorî vê daxuyaniyê di navbera her du namzetan de 27 hezar û 889 deng hene. (AS/FD)