Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Taner Kiliç, duh tevlî 22 parêzeran di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di çarçoveya operasyona ji hêla tîmên Midûriyeta Têkoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Emniyeta Îzmîrê de, Serokê Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Tirkiyeyê Kiliç jî di nav de derbarê 23 kesan de biryara zeftkirinê hatiye dayin. Hatiye tespît kirin ku van kesan programa “ByLock”ê ya agahdarkirinê ya bişîfre ya FETOyê bikar anîne.
Taner Kiliç duh sibê saet 06.30ê li mala xwe ya li Îzmîrê hat desteserkirin. Pêşîn polîs li mala wî geriyan û paşê ew birin ofîsa wî û li vir jî geriyan. Kiliç niha li emniyeta Yeşîlyûrtê ya Îzmîrê desteserkiri ye.
“Delîlên pêşketina fişarê ya piştî derbeyê ye”
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Salil Shetty di daxuyaniya xwe de got, di mijara parastina azadiyên niha rayedarên Tirkiyeyê binpê dikin de Taner Kiliç xwedî rabirdûyeke dirêj û rêzdar e.
Shetty desteserkirina Taner Kiliç weke delîleke nû ya pêşketina fişarê ya piştî derbeyê nirxand. Herwiha bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku heke di çarçoveya hiqûqa navdewletî de ti delîlên nû yên pêbawer pêşkêş nekin, divê Taner Kiliç û 22 parêzerên din demildest bên berdan û hemû îdiayên derbarê wan de ji holê rakin.
Ji 2002yê û vir ve di Rêxistina Efûyê de ye
Tanek Kiliç, ji sala 2002yê û vir ve di demên cuda cuda de di nava Lijneya Rêveberî ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navdewletî de cî girt û ji sala 2014ê û vir ve jî weke serok kar dike.
Rêxistini di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kir ku li gorî tiştên xuya dikin, desteserkirina Taner Kiliçî ne bi xebatên niha yên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ve girêdayî ye. (NV/FD)