Serokê tîma Ankaragucuyê Farûk Koca û çend kesên din di maça duh de bi kulman êrişî hekem Halîl Umut Meler kiribû. Koca jî di nav de 3 gumanbarên ku êriş kiribûn, hatin girtin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku têkildarî êrîşa Halîl Umut Meler, hakemê maça MKE Ankaragucu-Çaykur Rizesporê, Serokê Ankaragucuyê Faruk Koca jî di nav de 3 gumanbar hatin girtin.
Tunç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku derbarê hemû gumanbarên ku piştî maçê daketin qadan û tundî li hekemê maçê kirin û alîgirên ku daketin qadê de bi tohmeta ku "Li dijî Qanûna Pêşîgirtina li Tûndkarî û Nelirêtiya di Sporê de ya bi hejmar 6222 derketine” û “wezîfedarê dewletê dema wezîfeya xwe kiriye, birîndar kirine” Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsîn daye destpêkirin. (AÖ/AY)