Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) David Sassoli miriye. Sassoli nexweş bû û 2 hefte ne li nexweşxaneyê dihate dermankirin.
Berdevkê wî Roberto Cuilloyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandiye ku Sassoli miriye.
Sassoliyî li nexweşxaneya Avianoyê, bajarê Îtalyayê bi saeta herêmî di 01.15an de can daye.
PEyê beriya mirina Sassoliyî daxuyaniyek weşandibû û gotibû, Sassoliyê 65 salî ji ber pirsgirêkeke di pergala laşparastina wî de çêbûye, çûye nexweşxaneyê.
Ji 26ê Kanûna Pêşiyê vir ve Sassoli dihate dermankirin û hemû bernameyên xwe betal kiribûn.
Sassoli di meha Îlonê de jî ji ber nexweşiya zatureyê li nexweşxaneyê mabû û beşdarî gelek civînên YEyê nebûbû.
Sassoli cara ewil 2009an di PEyê hatibû hilbijartin û 2019an da jî bûbû serok. Sassoli ji bo hilbijartina serokatiyê ya PEyê ya ku wê li Strazburgê di navbera 17-20 Kanûna Paşiyê de çêbibe nebûbû namzet.
Ji bo Kavalayî bang kiribû
Sassoliyî Çiriya Pêşiyê ya 2021ê, di dema krîza balyozan de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsîbû: "Hikûmeta Tirkiyeyê 10 balyoz weke kesên nayên xwestin ragihandiye û ev nîşaneyeke otorîterbûna hikûmetê ye" û gotibû "Wê çavê me neşikê. Azadî ji bo Osman Kavalayî." (TP/FD)