Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Trevor Mallard, Serokê Meclîsa Nûneran a Zelandaya Nû duh di dema civîna Meclîsê de bi bîberonê şîr daye bebika parlamenter Tāmati Coffeyê. Mallardî di heman demê de civîn bi rê ve biriye.
Tūtānekai Smith-Coffey di 10ê Tîrmehê de ji dayik bûye û neçar maye ku bi dêya xwe re tevlî xebatên meclîsê bibe.
Mallard, Serokê Meclîsê jî ji bo wekîl karibe karê xwe bimexîne him şîr daye bebikê him jî civîn bi rê ve biriye.
Serokwezîrê jî şîr dabû bebika xwe
Mallard di sala 2017ê de dîsa li ber bebika Willow-Jean Prime, Parlamentera Partiya Karkeran jî mabû.
Beriya niha Jacinda Ardern, Serokwezîra Zelandaya Nû, tevlî bebika xwe beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bûbû.
Ardern li welatê xwe yekem serokwezîr e ku di dema wezîfeyê de zarok jê re çêbûye. (PT/FD)