Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di hevdîtina Kim Jong-un Serokê Koreya Bakur û Moon Jae-in Serokdewletê Koreya Başûr de peyamên erênî hatine dayin.
Kim Jong-un Serokê Koreya Bakur û Moon Jae-in Serokê Koreya Başûr li gundê Agirbestê yê Panmunjomê hatin ba hev ku gund li ser sînorê her du welatan e.
Kim di saetên sibehê de ji Pyongyangê derket rê û derbasî gundê Panmunjomê bû û li vir li Mala Aştiyê bi Moonî re civiya.
Her du serokan pêşiyê destên xwe dan hevdu, paşê leşkerên Koreya Başûr silav kirin û Kimî di çarçoveya kombûnê de ew defter îmze kir ku ji bo kesên serlêdana Mala Aştiyê dikin hatiye danîn.
Kim: Dîrokeke nû dest pê dike
Kim Jong-in wiha nivîsiye:
“Ji niha û pê de dîrokeke nû dest pê dike, di xala destpêkê ya dîrokî ya serdemeke aştiyê”.
Moon: Panmunjom bû sembola aştiyê
Moon Jae-inî ji ber sazkirina bernameyeke bi vî awayî, spasiya Kimî kir û wiha got:
“Serok Kimî xeta demarkasyon a leşkerî derbas kir. Bi vî awayî Panmunyom bû sembola aştiyê ne ya cidatiyê.”
Piştî ku her du serokan hevdu dîtin, Kim bi lîmûzîneke reş derbasî bakurê Panmunyomê bû. Her du serok wê piştî nîvro careke din werin ba hev.
Hatibû aşkerekirin ku di hevdîtina Kim û Moonî de wê pevgîhana Nîvgirava Koreyê, başkirina têkiliyên her du Koreyan û safîkirina nukleerê wê di rojevê de bin.
Di vê navberê de Sarah Sander Berdevka Koşka Spî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ji vê hevtîdinê kêfxweş in. (HK/FD)
* Çavkanî û fotograf: AA – Fûat Kabakçi – Hakan Çopûr