Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind a Eyaleta Schleswig-Holstein a Almanyayê biryara tehliyeyê ji bo Carles Puigdemont Serokê berê yê Katalonyayê derxist ku 25ê Adarê hatibû girtin. Dadgehê ji bo biryara tehliyeyê jî ew sedem nîşan da ku “ji bo tohmeta îsyanê, rewşa tundkariyê derneketiye holê” û rewşa heyî jî di çarçoveya yasayên Almanyayê de ne sûc e.
Di heman biryarê de Dadgehê biryar girt ku ji ber tohmeta “gendeliyê” dibe Pugdemont bişînin Îspanyayê lê ji bo vê divê zanyariyên zêdetir bi dest bikevin û lêkolîna li ser vê berdewam bikin.
Divê ji Almanyayê dernekeve
Li gorî biryara Dadgehê Puigdemont divê ji Almanyayê derkeneve, dema navnîşana xwe biguherîne agahiyê bide saziyên emnî, heftê carekê biçe qereqola Neumunsterê û îmzeyê bavêje û 75 hezar Euroyî bide. Her weha dema dadgeh û dozgerî bang lê bikin divê li gorî vê tevbigere.
Serokê berê yê Katalonyayê îro pare daye û li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 15.00ê de ji girtîgeha Meumuensterê derketiye. Li gorî nûçeya Ajans Pressê (AP) Puigdemontî dema ji girtîgehê derketiye ji rojnamegeran re gotiye ku, ji ber piştgiriya bi wî re ew spasiyên xwe pêşkêşî piştevanên li hemû cîhanê dike.
Çi bûbû?
Pêvajoya desteserkirina Puigdemontî bi wê biryarê re dest pê kiribû ku 9ê Hezîranê ya 2017ê biryar hatibû standin ku di 1ê Cotmehê ya 2017yê de referandûma Serxwebûna Katalonyayê çêbibe.
Referandûm di bin êrîşên tund ên hikûmeta Îspanyayê de çêbû. Hat aşkerekirin ku di referandûmê de 2,3 milyon deng hatine bikaranîn û ji sedî 90,09ê dengên erê ji bo serxwebûnê bi kar anîbû. Lê hikûmeta Îspanyayê ev encam qebûl nekir.
Puigdemon û Meritxell Serret Wezîrê Çandiniyê, Antoni Comin Wezîrê Tenduristiyê, Lluis Puig Wezîrê Çandê û Clara Ponsati Wezîra Perwerdeyê 30ê Cotmehê derbasî Belçîkayê bûn.
Dadgeha Netewî ya Îspanyayê ji be rolê wan ê di ragihandina serxwebûna yek alî de 5ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê ji bo Puigdemont û çar wezîran bi tohmeta “serîhildana li hemberî dewletê, raperîn û bikaranîna xirap a malên dewletê” biryara girtinê derxist.
Piştî rojekê serokên Katalonyayê xwe radestî polîsên Belçîkayê kirin. 6ê Çiriya Paxiyê bi şertê kontrola edlî hatin tehliyekirin. (EU/PT/FD)