Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê îstixbarata nûçeyan yê Ajansa Nûçeyan ya Îxlasê(IHA), Omer Faruk Aydemir bi sûcê wî sepana ByLockê bi kar hînaye hatibû girtin, Dadgeha Stenbolê biryara serbestberdana wî daye.
Serdozgeriya Enqereyê lîsteya wan telefonên ku bikarhênerên wan bêyî îradeya xwe sepana ByLockê vekiriye eşkere kir. Li gor nûçeya rojnameya Sozcuyê, jimara telefona Aydemiri jî di wê lîsteyê de bûye.
Bixwîne - Dadgehê Emre İperê xebatkarê rojnameya Cumhuriyetê serbest berda
Aydemîrî di parastinnameya xwe de eşkere kiribû ku wî bernameya ByLockê bi kar nehînaye.
“Ez lê hesiyam, ji ber bikarhînana ByLockê qerta min a zer(qerta rojnamegeriyê) hatiye betalkirin, min serî li dozgeriyê da.”
Dadgehê eşkere kir dema Aydemîrî sepaneka bi navê Mor Beyîn bar kirî bêyî îradeya wî ByLock jî li telefona wî hatiye barkirin.
Bylock | |
Sepaneka peywendîdanê ye ku di dema Hewildana Derbekirinê de eşkere bû ku endamên FETO(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) bi wê sepanê bi hev re peywendî didanîn. |
(EA/MB)