Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî erdhejên 6ê Sibatê ji bo ku kon firotine li dijî Heyva Sor bertek hatibûn nîşandan. Serokê Giştî yê Heyva Sor a Tirkan piştî çendîn mehan îstifa kiriye.
Alîkara Serokê Giştî Fatma Merîç Yilmaz wê heta kongreyê weke Seroka saziyê wezîfedar be.
Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Tirkan, li ser daxwaza Kerem Kinîk Desteya Rêveberiya Heyva Sor bi awayekî awarte civiya.
Piştî Kerem Kinik îstifa kir, Lijneyê bi yekdengî biryar da ku biçe lijneya giştî ya awarte.
Kinik di hesabê xwe yê Twîtterê de li cihê ku “Serokê Giştî ê Heyva Sor” nivîsiye, guheriye û li şûnê “Xwebexşê Heyva Sor” nivîsiye.(VC/AY)