Serokê Giştî yê CHPê yê berê Hîkmet Çetîn serdana Demîrtaş û Mizrakli kir
Hîkmet Çetîn ragihand ku Selahettîn Demîrtaş, Ekrem Îmamoglû û Fatîh Altayli di nav de wî li girtîgehan serdana hin girtiyan kiriye.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê berê Hîkmet Çetîn çû serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê bere Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin.
Çetîn, her wiha li Girtîgeha Sîlîvriyê jî serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, rojnameger Fatîh Altayli, plansazê bajar Tayfun Kahraman û cîgirê Şaredarê Beşîktaşê Alî Riza Yilmaz, kiriye.
Çetîn, serdanên xwe li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir.
(AB/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.