Berdevka Qesra Spî Karîne Jean-Pîerreyê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku testa Covîd-19ê ya Bidenî pozîtîf e.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden berê aşiya Covîd-19ê li xwe xistiye û ji ber vê yekê nexweşî li ser wî giran nîne û ew ê li Delawareyê îzole bimîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Biden piştî çalakiya li Las Vegasê test xwe ya Covid-19ê daye kirin û testa wî pozîtîf derketiye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Biden wê li Delawareyê wezîfeya xwe bidomîne û Qesra Spî jî wê der barê rewşa Serok ya rojane da her tim agahiyan parve bike.
Her weha di daxuyaniyê cih dane nirxandina doktorê Bidenî.
Di nivîsê da hat gotin ew ji ber enfeksiyona qirikê hatiye, şewata wî û nebza wî normal e, Biden "Paxlovîd"ê bi kar tîne û ew ê ji civakê dûr bisekine.
(Mİ/AY)