Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Îro akademîsyen li çar dadgehan hatin dadkirin.
Li 26em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ya Stenbolê ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Doç. Dr. Derya Firat Şannan û Alk. Doç. Dr. Adîl Emre Zeytînoglû, ji Zanîngeha Bîlgiyê xwendekara doktorayê Tûgçe Erçetîn û dersdêr Zeynep Altiok cara çarem,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Kadîr Hasê lêkolîner Gîzen Sayin cara çarem, ji Zanîngeha Anadolûyê Doç. Dr. Ertûgrûl Ûzûn cara yekem,
Li 23yem DCGyê ji Zanîngeha Bogazîçiyê Doç. Dr. Meltem Toksoz cara pêncem,
Li 29em DCGyê ji Zanîngeha Bîlgiyê dersdêr Nazim Hîkmet Rîchard Dîkbaş cara çarem derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehekê dosyaya akademîsyenekê û yên akademîsyenên din kir yek dosya
Li 23yem DCGyê heyeta dadgehê biryar girt ku dosyaya akademîsyen Meltem Toksozê û yên akademîsyenên din ên li heman dadgehê tên dadkirin, kir yek.
Dadkirin hatin taloqkirin
Li 26em DCGyê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir ku gotin bila li bendî biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê dosyayên akademîsyenên aştîxwaz be.
Dadkirina Adil Emre Zeytinoglû, Tûgçe Erçetîn û Zeynep Altiokê wê 27ê Çiriya Paşiyê, ya Derya Firat Şannanê wê 28ê Çiriya Paşiyê berdewam bike.
Beriya niha li 36em û 13em DCGyê bi heman awayî biryar hatibû standin. Li gorî vê encamê hejmara dadgehên ku wê li bendî biryara Dadgeha Destûrî bisekinin, bûne sê.
Li 37em DCGyê dadkirina Ertûgrûl Ûzûnî wê 17ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Di danişîna duyem de Gîzem Sayin derket pêşberî dadgehê. Sayinê diyar kir ku piştî nêrîna dozgerî ew ê paraznameya xwe pêşkêş bike.
Akin Gurlek, Serokê Dadgehê ji Sayinê re got, “Li ser medyaya civakî hûn her dinivîsin. We ji bo biryara zeftkirinê gotiye, sûcê birêxistinkiri. Çi ye ev sûcê birêxistinkirî gelo?”
Sayinê li ser vî tiştî got, “Ez bersiva wan tiştan nadim ku ne têkildarî dosyayê ne”.
Heyeta dadgehê biryar da ku dadkirin 17ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike. (TP/FD)