Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doza Berpirsên Weşanê yên Nobedar ên rojnameya Ozgur Gundemê li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam kiriye. Rojname di encama ragihandina Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Farûk Eren û Ertûgrûl Mavîoglû çûne dadgehê lê Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Celalettîn Can, Fehîm İşik, Oncu Akgul, Huseyîn Aykol, Veysel Kemer, Yuksel Ogûz, Mehmet Şîrîn Taşdemîr û Dilşah Karakaya beşdarî danişîna 9em nebûne.
Heyeta dadgehê ya hatiye guhertin, daxwaza Mavîoglû û parêzerê wî qebûl nekiriye ku dixwestin lêpirsînê berfirehtir bikin.
Lê heyetê ew daxwaza gumanbar û parêzeran qebûl kiriye ku ji bo paraznameyên xwe pêşkêş bikin dem xwestine. Li gorî vê encamê wê doz 28ê Adara 2019ê berdewam bike.
Heyeta dadgehê ji van kesan pêk hatiye: Serok, Mûrat Ozer, endamên dadgehê Unal Altinoz, Mucteba Akkaya û dozger Ercan Gumuş.
Dozgerî nêrîna xwe dubare kiriye
Mûrat Ozer serokê dadgehê gotiye, daxwaza pêşkêşiya paraznameya bi kurdî ya Veysel Kemerî ji hêla 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Osmaniyeyê ve nehatiye qebûlkirin. Veysel Kemer ji ber dozeke din li Girtîgeha Osmaniyeyê tê girtin.
Dozgerî, di danişîna heftem de jî nêrîna xwe dubare kiriye. Dozgerî bi îdiaya ku “li ser hev propagandaya rêxistinê kiriye” heta 13 salan ceza ji Huseyîn Aykolî re, bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” jî ji bo 12 kesan heta 7 sal û nîvê ceza xwestiye.
Her weha destnîşan kiriye ku piştî Kemerî paraznameya xwe pêşkêş bike ew ê nêrîna xwe ya derbarê wî de bîne ziman.
Parêzerên gumanbaran daxwaza temamkirina kêmasiyan kirine û gotine ku ew ê piştî nêrîna dozgerî ya derbarê dosyayê de paraznameyan pêşkêş bikin.
Serokê Dadgehê Ozerî biryara demkî daye û gotiye ku “li gorî qanûnan paraznameya Veysel Kemerî nehatiye standin” û ew “girîngiyê didin mafê xweparastinê”.
Dadgehê biryar girtiye ku ji bo Kemer bi karibe li gel wergêrekî paraznameya xwe bi kurdî pêşkêş bike, nivîsekê bişînin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kiribû, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatine vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirine.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
(TP/FD)
* Fotograf: Ertuğrul Mavioğlu
* Me zanyariyên di nûçeyê de ji rojnameya Evrenselê ji nûçeya Cansû Pişkinê wergirt