Serokê CHPê ya Stenbolê Ozgur Çelik: "Tu astengî nikare meşa partiya me rawestîne"
Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo bîranîna salvegera damezrandina CHPê têne lidarxistin de, îro saet di 14:00an de, bi pêşengiya Serokê Giştî ê CHPê Ozgur Ozel, dê çeleng li ber bîrdariya Komarê a Taksîmê were danîn.
Ozgur Çelîk, Serokê Bajarê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP), derbarê merasîmên ku dê îro ji bo 102emîn salvegera damezrandina partiya xwe werin lidarxistin, li ser medyaya civakî daxuyaniyek parve kir.
Çelîk weha got, "Rojbaş Stenbol. Tu dorpêç û êrîş nikare meşa Partiya Gel a Komarî a ji bo desthilatdariyê, rawestîne. Em li ser erka xwe ne."
Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPê di bin dorpêçê de ye: Gelek kes hatin desteserkirin
8 Îlon 2025
Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo bîranîna salvegera damezrandina CHPê têne lidarxistin de, îro saet di 14:00an de, bi pêşengiya Serokê Giştî ê CHPê Ozgur Ozel, dê çeleng li ber bîrdariya Komarê a Taksîmê were danîn.
Çelik di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "CHP gel e, ew nayê teslîm girtin," û hemû Stenbolî vexwend ku beşdarî pîrozbahiyên 102emîn salvegera partiyê bibin.
Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPyê di bin dorpêça polîsan de ye
8 Îlon 2025
(EMK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.