Ji ber hilbijartina Cîgiriya Seroka Şaredariya Uskudarê de derbarê Serokê Bajarê Stenbolê yê Partiya Nû Ozgur Çelik de lêpirsîn hate destpêkirin. Çelik dê sibê saet di 09.30an de li Adliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeyê bide.
Serokê Bajarê Stenbolê yê Partiya Nû Ozgur Çelik, piştî hilbijartina Cîgiriya Seroka Şaredariya Uskudarê ku di 8ê Îlonê de pêk hatibû axivîbû û gotibû: "Ayhan Aydin bi girî telefonî min kir. Got: 'Dozger gefa girtinê li min xwar, kur û hevjîna min astengdar in, dê kî li wan binêre? Ji ber ku kes tune bû li wan binêre ez teslîmî wan bûm'."
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê daxuyaniyên Ozgur Çelik de lêpirsîn dabû destpêkirin. Endamê Meclisa Şaredariya Uskudarê Ayhan Aydin di çarçoveya lêpirsînê de îfade da.
Aydin di îfadaya xwe de îdia kir ku beriya hilbijartina Cîgiriya Seroka Şaredariya Uskudarê, bi daxwaza Çelik gelek caran ew bi rêya telefonê bi hev re axivîne û di van axaftinan de hewla zextan li wî hatiye kirin.
(EMK/AY)
