Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Koçberan ya Wezareta Karên Navxweyî daneyên heyî yên derbarê hejmara koçberên li Tirkiyeyê û hejmara taxên ku ji koçberan ra hatine girtin eşkere kiriye.
Serokatiya Rêveberiya Koçberan bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihandiye ku li seranserê Tirkiyê 4 milyon û 893 hezar û 752 koçber hene.
Her wiha hezar û 169 tax ji qeydên nû yên koçberan re ji bo hejmara wan were kêmkirin hatine girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Li hezar û 169 taxên me yên ku hejmara biyaniyan li gorî welatiyên Tirkiyeyê ji sedî 20 derbas dibe, ji bo ku hejmara wan kêm bibe, ji qeydên nû re hatiye girtin.”
“Li Stenbolê hejmara taxên ku ji qeydên nû re hatine girtin 54 e. Li welatê me hejmara koçberan 4 milyon û 893 hezar û 752 ye.”
(RT/AY)