Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Ragihandinê ku ser bi Serokomariyê ye karta çapemeniyê ya domdar a rojnameger Tûgrûl Eryilmazî betal kiriye. Eryilmazî biryara betalkirina karta xwe li T24ê de ragihandiye.
Eryilmaz, diyar kiriye ku wî bi nameyekê ku Serokatiya Ragihandinê jê re şandiye ev mijar bihîstiye. Eryilmazî nivîsîye ku çalakiyên wî yên ku dê zirarê bidin ewlehiya neteweyî wekî sedem hatine nîşandan.
Eryilmaz 20 sal in xwediyê "karta çapemeniyê ya domdar" bû. Di sala 1975an de piştî ku li Daîreya Nûçeyan a TRTê dest bi rojnamegeriyê kiribû, karta xwe ya yekemîn a çapemeniyê wergirtibû.
Serokatiya Ragihandinê: Biryara komîsyonê ye
Di nameya ku ji Serokatiya Ragihandinê ya ji Tûgrûl Eryilmazî re hatiye şandin de wiha hatiye gotin:
“Di nivîsa ku ji Serokatiya me hatiye wergirtin de hatiye ragihandin ku karta we ya çapemenî ya domdar ya bi hejmara 140033 a ku li ser navê we li gorî xala 25/2 a Rêziknameya Karta Çapemeniyê hatibû dayîn, ji aliyê Komîsyona Karta Çapemeniyê ve hat betalkirin.”
“Li gorî xala 30an a Rêziknameya Karta Çapemeniyê, ji bo ku di pêşerojê de hÛn mexdûr nebin, divê hûn karta xwe ya betalkirî bidin Midûriyeta me ya Herêmê."
Derbarê Tûgrûl Eryilmazî de
Ji roja ku hatiye avakirin weke berpirsê weşanê yê Radikal İkiyê kar kiriye ku di sala 1996ê de dest bi kar kiribû. Di sala 1969ê de Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Demekê li Îngiltereyê perwerdeya xwe berdewam kir. Piştî ku li heman fakulteyê mastera xwe qedand, li Navenda Nûçeyan a TRTyê dest bi rojnamegeriyê kir. Demekê li Dibistana Bilind a Çapemenî û Weşanê ya Zanîngeha Enqereyê dersên ragihandinê da. Di sala 1981ê de dest ji karê zanîngehê berda.
Li Stenbolê de kovarên weke Nokta, Yeni Gundem, Tempo û Sokakê û rojnameyên Cumhuriyet û Yeni Asirê de kar kir. Li fakulteyên ragihandinê yên Zanîngehên Enqere, Bahçeşehir, Bilgi, İzmir Ekonomi û Kadir Hasê dersên rojnamegeriyê da. Di hin programên sînemayê yên televizyonan de kar kir. Şêwirmendiya fîlmên sînema û rêzefilman dike. Avakar û endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Ragihandinê IPSyê ye. Hezkiriyê Rolling Stones û Marianne Faithfullê ye. (HA/AY)