Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPê di bin dorpêçê de ye: Gelek kes hatin desteserkirin
Piştî ku Gursel Tekin, ku bi awayekî demkî ji bo Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPê hate tayînkirin, ragihand ku ew ê îro saet di 12:00an de biçe avahiyê, endamên CHPê li avahiya partiyê dest bi nobetê kirin. Piştî nobetê, polîsan hemû rê û kolanên ku ber bi avahiyê ve diçin girtin û bi gazê midaxeleyî partiyiyan kir.

Li ser banga Serokê CHPê Ozgur Ozel, gelek endamên CHPê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û welatî ji bo piştgiriyê li ber Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPê kom bûn.
Polîsan tevahiya şevê avahiya bajar di dorpêçê de girt û hejmara barîkatan zêdekir ku kombûna welatiya didome.

Tevî astengî û barîkatan hin welatî derbasî avahiyê bûn. Polîsan bi gaza bîber û TOMAyan mudaxele kir û gelek welatî lêdanê desteserkirin. Di dema mudaxeleyê de hin welatî ji gaza bîberê bandor bûn.
Welatiyên ku li nêzî avahiyê nobetê berdewam dikin, dirûşmeyên wekî "Edalet, maf, hiqûq" qîr dikin.
Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPyê di bin dorpêça polîsan de ye
Ji bo sê rojan çalakî qedexe ne
Hin wesayît li nêzîkî avahiya bajar hatin kişandin û ji bo wesayîtên parlementeran jî destûr nehat dayîn.
Qedexeya sê rojan a çalakiyan a Walîtiya Stenbolê a li herêmên Beşîktaş, Beyoğlu, Eyupsultan, Kagithane, Sariyer û Şîşliyê berdewam dike.
(EMK/GÖ/AB/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da