bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Seroka EMEPê ya Stenbolê Sema Barbarosa ku hatibû desteserkirin, serbest bû
Ji ber ku derbarê Sema Barbarosê de ji bo îfadedayînê biryara zeftkirinê hebû, hat desteserkirin. Barbaros ji bo îfadeyê berê birin qereqolê û piştre jî birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Barbaros serbest bû.

Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê Sema Barbaros dema çûye ji bo 3 karkerên ku li Sûltanbeyliyê di konteynirê de şewitîn û mirin, hat desteserkirin.
Barbarosa ku bi Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan re xwest biçe cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin.
Hat diyarkirin ku bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” derbarê Barbarosê de biryara zeftkirinê hebûye. Polîsan Barbaros desteser kir û birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Sancaktepeyê. Piştre ji bo îfadeyê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Barbarosê li dozgeriyê îfade da û pişt re hat berdan.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.