Li Senatoya Brezîlyayê ji bo seroka dewletê, Dilma Rousseff 180 rojan ji karê wê bê bidûrxistin û lêkolînek li ser wê bê dest pê kirin endamên senatoyê deng dan.
Hejmara endamên pêşniyar qebûl kirîn dengekê ji yên qebûl nekirîn zêdetir derketiye.
Roussef tê tometbar kirin ku wê li hilbijartina 2014ê bûtçeya welatî ji rastiya wê baştir nîşan daye.
Dengdanê 17 sietan dom kiriye û ji 81 endaman 41an li dijî serokwezîrê dengê xwe daye.
180 rojan cihgirê Roussefê, Michel Temer dê cihê wê bigire.
‘’Ez qurbanîyeka bêguneh im’’
Rousseffê ji beriya dengdanê ji bo cara paşiyê ‘temyîz’ xwestiye lê nehatiye qebûlkirin.
Dilma Rousseffê hefteya borî ji BBCyê re gotibû ku ew ‘’qurbanîyeka bêguneh’’ e û ew ê berxwedana xwe bidomîne.
Piştgirên Roussefê ji bo ew ji karî neyê bidûrxistin xwenîşandan pêk anibûn. (YY/MB)
Yekem Seroka Sosyalîst a Jin a Brezîlyayê |
Lulayê Serokê Dewletê li Hezîrana 2005ê Roussef kiribû sekretera giştî ya Serokkomariya Brezîlyayê. Ew îxtisatzan e. Li sala 1964ê bûye yek ji gerîllayên çepgir ên li dijî derbeyê. Li salên 1970-72yê hatiye girtin û gelek îşkence dîtiye. Piştî girtîgehê Roussef çûye bajarê Porto Alegreyê û bi Carlo Urangujeyî re jiyaye. Paşê wan bi hev re li Eyaleta Sulê Partiya Karkeran a Demokrat ava kiriye. Wê gelek karên partiyê bi rê ve bir û dema Collares bûyî serokê Eyaleta Porto Alegreyê ew jî bû Wezîra Aborîyê yaw ê eyaletê. Li sala 2002yê li hikumeta Lulayî bûye Wezîra Enerjîyê. Li sala 2005ê bi tometa bertîlxwarinê serokkomarê Brezîlyayê Jose Dirceus ji karî hat avêtin û wê cihê wî girt. Li sala 2010 ji sedî 56ê dengên Brezîlyayê stand û bû yekem seroka sosyalîst a jin a Brezîlyayê. Li sala 2014ê bi ji sedî 51ê dengan bû serokkomar. |