Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serok û endamen Komisyona Lêkolînê yên Karên Rewşa Awarte hatin diyarkirin.
Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Dadê Selahaddîn Menteş weke serokê Komisyonê hat ragihandin.
Komisyon bi endamtiya van kesan pêk tê:
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Dadgeha Bilind Mehmet Karagoz, Dadwerê Lêkolînê yê Şûraya Dewletê Mûrat Aytaç, Serşêwirmendê Mulkiyeyê Hasan Şildak, Serokê Beşa Girtîgehan yê Wezareta Dadê Esat İşik, Serokê Beşa Tayînkirinan ê Wezareta Perwerdeya Milî Mûstafa Îkbal û endamê Lijneya Kontrolkirinê ya Dewletê (DKK) Salih Tanrikûlû.
Komisyon di meha Kanûna Paşiyê hat avakirin
Biryara avakirina Komisyona Lêkolînê yên Karên Rewşa Awarte di civîna Lijneya Wezîran a di 2yê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de hatibû standin.
Komisyon di çarçoveya Biryarnameya Di Hikmû Qanûnê de (KHK) ya hejmar 685ê hatibû hat avakirin ku ev KHK di 23ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de hatibû derxistin.
Serok û endamên komisyonê bi serokwezîr re civiyan
Serok û endamên komisyonê ji hêla Serokwezîr Bînalî Yildirim ve hatin qebûlkirin.
Hevdîtina wan ji çapemeniyê re lidar ket.
Komisyon wê du salan kar bike û serlêdanên derbarê karên di çarçoveya KHKyan de binirxîne. Yanî komisyon wê serlêdanên wan kesan binirxîne ku ku di çarçoveya KHKyên di dema Rewşa Awarte de hatine derxistin de ji kar hatine dûrxistin. (EKN/FD)