Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên xwedî ewlekariya civakî ne, xebatên ku ji bo pêkanîna JINKART dabûn destpêkirin temam kir. Serlêdanên JINKARTê, ji bo jinên ku temenên wan di navbera 18-64 salî de ne û bê dahatin e.
Serlêdanên ji bo JINKARTê wê ji aliyê komîsyona ku di nav de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Daîreya Xizmetên Civakî, endamên meclîsa şaredariyan û şaredariyên navçeyan jî di nav de ye, bên nirxandin.
Ji bo JINKARTê dê 90 car siwarî bên diyarkirin
Ji bo JINKART'ê ku dê di otobusên Şaredariya Bajarê Mezin de derbasdar be, mehane 90 car siwarî tên diyarkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin jî dê ji sedî 20 erzaniyê li ser tesîsên civakî û fealiyetên şagirtan bigire. Bi berfirehkirina pêkanîna JINKARTê re jî tê armanckirin ku di gelek waran de xizmeta jinan hêsantir bike.
Serlêdan dê heta 9ê Îlonê berdewam bin.
Ji bo serlêdanê bitikîne
🟣 JINKART Başvurusu Videolu Anlatım YAYINDA!
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) August 27, 2024
🪪 Kadınlar için oluşturduğumuz JINKART hizmetimize ön başvurunuzu birkaç adımda tamamlayabilirsiniz!
💻 Başvuru Sayfası: https://t.co/LaaV69oSFY
🟣 Bi Vîdyoyê Serlêdana JINKARTê di Weşanê De!
🪪 Hûn dikarin ji bo xizmeta me… pic.twitter.com/d1iBsmKhp6