Malpera sinemayakurdi.net û Tor Film Production bi hev re wê “Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin.
Di festîvalê de wê filmên kurt bikevin pêşbirkê ku divê ji yek deqîqeyê zêdetir nebin. Temaya festîvalê “Zimanê Kurdî” ye. Ji bilî kurdî filmên ku bi zimanên din jî hatine kişandin, dikarin serî li pêşbirkê bidin.
“Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” ji bo îsal ew ê sê xelatên tematîk bi navê “Xelata Sînemaya Amûdê”, “Xelata Taha Karîmî” û “Xelata Xelîl Dag” bide. Her weha xelateke taybet ya navê “Xelata taybet ya Kurdistanî” bide.
Li gel xelatan wê ji bo her sê filmên pêşî 250 Euroyî bidin.
Piştî ku serlêdan bi dawî bûn xelatdayîn wê destpê bike. Xelata yekemîn wê li gorî dengdayîna li ser malperê ji aliyê temaşevanan ve were diyarkirin. Xelata duyemîn û sêyemîn jî wê juriya festîvalê hilbijêre.
Serîlêdanên ji bo festîvalê heya 22yê meha Tebaxê wê berdewam bikin.
Ekîba festîvalê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Dirêj bêje lê kin bibire!
Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên biçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirina çîrokekê û bi derbeka kin sazkirina fîlmekî ye. Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin.
“Mirov bi awayekî xwezayî dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet û ciyawaz in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên vê xemê ne li dû çîrokên xwe diçin. Hêviya me ew e ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.
“Bide dû çîroka dilê xwe û zimanekî bi rêk û pêk yê sînemayî ava bike. Hêvî ew e ku em çavên çê li sînemaya kurdî zêde bikin. Çavên çê yên ku xwedî awir û çavdêriyên xurt in û li dû çelengîyêne!
“Bêguman bi riya teknolojiyê û alavên wek telefonê, girtina dîmenan îro hêsantir bûye û gelek kes bi hêsanî dikarin derdê xwe bi riya dîtbariyê vebêjin. Ji vê mîhrîcanê jî armanc ew e ku dildarên sînemayê derdên xwe kurt û bi derb vebêjin û fikr û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin.”
*Ji bo zanyariyên berfireh malpera sinemayakurdi.net-ê bitikîne
(FD)