Serlêdanên ji bo "Akademiya Zarokan" û Akademiya Dengbêjiyê" yên Ma Muzîkê destpêkirine. Akademî dê 6 salan bidome. Di akademiyê de ji bo zarokan wê perwerdeya ziman, muzîk û çanda kurdî bê dayîn.
Akademiya Ma Muzîkê di sala 2017an de li Amedê bi dirûşma "Li her derê muzîk, ji bo herkesî muzîk" dest bi xebatên xwe kiribû û bi projeyên nû xebatên xwe didomînin.
Li gor nûçeya Fahrettîn Kiliç û Fethî Balabanî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, Ma Muzîk vê carê jî li Dengbêjiya Ma Muzîk û Akademiya Zarokan dersên muzikê dide. Ji bo atolyeyan serlêdan dê li 15ê Tebaxê heta 15ê Cotmehê bidomin.Herkes dikare serî li akademiye bide
Şêrko Kanîwar, Kordînatorê Akademîyê derbarê serlêdanan de destnîşan kiriye, di 15ê Cotmehê de wê serlêdanan wan bi dawî bibin. Ji nav kesên serlêdan kirine, dê ji bo her sê akademiyan kesan hilbijêrin û wiha gotiye: “Em ê wan kesên ku têgihiştina wan a muzîkê baş e û di nava 6 salan de pêş bikevin hilbijêrin. Ji kudera welat dibe bila bibe dikarin werin ji akademiyên me perwerdehiyê bigirin.”
Zarok dê ziman, çand û muzîka xwe fêr bibin
Kanîwar weha pê de çûye: “Di Akademiya Zarokan de sala yekemîn dersa stranbêjî, çanda dengbêjî, rîtîm û zimanê kurdî hene. Zarok şeş salan perwerdehiya zimanê kurdî digirin. Mixabin gelek zarokên ku tên kurdî nizanin. Bi rêya Akademiya Zarokan ew zarok dê hem zimanê xwe hem jî çanda xwe fêr bibin. Salên din jî perwerdehiya teoriya muzîkê, piyanoyê lê zêde dibe. Ji sala 2an û şunde her zarok dikare enstrumanekê hilbijêre û akademiya xwe 6 salan berdewam bike.
"Akademiya mezinan jî sala ewil dersên teoriya muzîkê, stranbêjî, çanda dengbêjî, piyano û filozofiya hunerê hene. Sala 2emîn perwerdehiya pedagojiyê dibînin ku dersên koro û foruma muzîka kurdî lê zêde dibin. Sala 3emîn dersa orkestra, staja perwerdehiya muzîkê, studyoyê hene. Kesên akademiyê dixwînin dersên teknolojiyê jî fêr dibin. Sala dawî jî dikarin beşa aranjeyê hilbijêrin û xwe bi pêş bixin û bibin aranjor.”
Akademiya dengbêjiyê xweser e
Kanîwarî, daye zanîn ku akademiya dengbêjiyê xweser e. Li ser stranbêjî û dengbêjiya kurdî dixebite û derbarê akademiyê de ev agahî dane: “2 beşên Akademiya Dengbêjiyê hene. Yek ya zarokan yek jî ya mezinan e. Em ê zarokên ku ji hêla dengê kurdî ve werin perwerdekirin hilbijêrin. Di beşa mezinan de beşa dengbêjiyê û stranbêjiyê heye. 6 mehan perwerdeya deng distînin û li gor herema ders dibînin.”
Tedbîrên vîrusa Covîd-19ê hatine stendin
Kanîwarî bal kişandiye ser tirsa malbatan ya ji bo vîrusa Covîd-19ê û wiha gotiye: “Me polên xwe li gor pandemiyê dîzayin kirine. Mamosteyên me bi tedbîr perwerdeyê didin. Xwendekar jî bi maske dikevin dersan. Her dem akademî tê dermankirin û paqijkirin. Her tiştê me rêkûpêkin û em naxwazin kesekî ku ji derve hat vê derê ji bilî amûra xwe temasî dereke din bike. Lê heke malbat bi tirsin û bêjin em zarokên xwe naşînin dîsa jî dikarin serlêdana xwe bikin. Perwerdehiya me dê bi dersên online jî berdewam bike.”(AY/FD)