Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serlêdanên Akademiya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî destpê kirine. Programa Akademiya Biharê wê di demsala biharê de pêk bihata lê ji ber şewba koronayê ango Covid-19ê pêk nehatiye û lewre program biharê wê di demsala payîzê de pêk were.
Program wê di 3yê Çiriya Pêşiyê de destpê bike û di 28ê Çiriya paşiyê de biqede. Programa ku Kubra Sagir koordînatora wê ye dê her rojên şemiyê bi awayekî online pêk were. Weqif bi vê programê armanc dike ku xebatên derbarê kurdan de, azadiya akademîk û azadiya xweîfadekirinê pêş bixe.
Kesên li zanîngehan perwerdeya lisans, lisansa bilind û doktorayê dibînin û dixwazin di peş de li ser xebatên derbarê kurdan de bikin dikarin serî lê bidin.
Hejmareke hindik xwendekar wê bikaribin beşdarî programê bibin û kesên ku werin qebûlkirin divê birêkûpêk beşdarî programê bibin. Her weha dawiya programa ku beşdarbûna wê belaş e wê belgenameya beşdariyê li wan bê belavkirin.
25ê Îlonê roja dawiyê ya serlêdanê ye û wê di 26ê Îlonê de kesên beşdar werin aşkerekirin.
Ji bo serlêdanê hûn dikarin forma li jêr tijî bikin.
https://docs.google.com/forms/
(FD)