Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet bang li rojnameger, rojnamegerên bêkar ên li beşên cuda cuda yên medyayê û xwendekarên beşa ragihandinê dike ku beşdarî atolyeya rojnamegeriyê bibin. Atolye wê di navbera 16-25ê Tîrmehê de çêbibe.
AtolyeBİA bi “Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Medyaya Nû” dest bi perwerdehiyên xwe kir. Ev atolye di navbera 7 û 14ê Hezîrana 2018ê de çêbû.
Beşa duyem a vê perwerdeyê bi navê “Atolyeya Nûçeyan a ji bo Rojnamegeran” wê 16 û 25ê Tîrmeha 2018ê, di navbera saetên 09.30 deqîqeyan û 17.30 deqîqeyan de li Stenbolê, li AtolyeBİAyê bi rê ve biçe.
Di çarçoveya programê de wê di mijarên weke “destpêka rojnamegeriyê, wênekêşiya nûçeyan, nûçegihaniya jîngehê, rojnameger û bikaranîna tirkî, çêkirina roportaj û hevpeyvînê, medyaya nû, nûçegihaniya mafparêziyê, nûçegihaniya aştîxwaz, nûçegihaniya zayenda civakî, ewlehiya dijîtal” de wê ders bên dayin.
Weke programên atolyeyê yên beriya niha, di vê atolyeyê de jî beşdar wê nûçeyên xwe binivîsin.
Tenê 20 kes dikarin beşdarî vê bernameyê bibin û ji bo serlêdanê xwendekar û rojnamegerên bêkar divê 200 TL, kesên kar dikin jî divê 300 TLyî di dema serlêdanê de bidin. Ji bo beşeke biçûk ên ji derveyî Stenbolê beşdarî atolyeyê bibin, wê heqê rê, perwerde û cihê mayinê ji hêla saziyê bê dayin.* Piştî ku atolye biqede beşdar wê sertifîkayan bistînin.
Em li bendêne ku kesên dixwazin beşdarî vê atolyeyê bibin bi sernava “Atolyeya Nûçeyan a ji bo Rojnamegeran” serî li [email protected] bidin.
Serlêdan wê heta 5ê Tîrmeha 2018ê saet 17.00ê bên qebûlkirin.
* Mesrefa beşeke biçûk a kesên ji derveyî Stenbolê beşdar dibin Ajansa Hevkariyê ya Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) dide.