Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
6. Festîvala Fîlman a Dihokê ya Navneteweyî 20-27ê Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê-Iraq hat pêkanîn.
Desteya amadekar li ser hesabên xwe yên civakî serkeftiyên festîvalê weşandine, bianetê weşanên li ser mijarê berhev kirin.
Kurtefîlma herî baş: Pantor
Ji beriya standina xelatê derhênerê kurtefîlmê, Tahsîn Ozmenî ji bianetê re gotibû:
"Di sala 2015ê de min yekem kurtefîlma xwe çêkir. Kurtefîlma min a bi navê 'Mast' li festîwala Dihokê xelata kurtefîlma herî baş stand. Ji bo derhênerên nû festîwalên bi vî rengî derfeteka mezin e. Em dixwazin berhemên me bêne dîtin û rê li ber me vebe. Festîwala Dihokê ev yek ji min re kir."
Lîstikvana fîlman a herî baş: Şukran Akti
Xelata Jêhatîbûnê ya ji bo fîlma yekem an jî duyem a dirêj a di asta navneteweyî de: Israfil
Derhênera fîlmê: Ida Panahandeh
Lîstikvanê fîlmên kurdî yê herî baş: Feyyaz Duman
Belgefîlma herî baş a kurdî: The Deminner
Fîlma dirêj a herî baş: Zagros
Belgefîlma navneteweyî ya herî baş: Home Games
Derhênera fîlmê: Alisa Kovalenko
Derhênerê herî baş ê fîlmên dirêj ên kurdî: Mehmet Ali Konar
Xelata senaryoya herî baş a kurdî: Kaveh Moeinfar
Ji bo fîlma: Jiyana ne ti jiyan
Xelata lijneya hilbijêr ya ji bo fîlma herî baş a dirêj a kurdî: Di navberê de
Derhêner: Ali Kemal Çinar
Kurtefilma herî baş a navneteweyî: Kem Holijanda
Derhêner: Sarah Veltmeyer
(MB)
Çavkani: Instagram/duhokiff - bianet/arşîv