Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî ku bi sedan leşkerên li Lîwaya Manîsayê ketin jehriyê, îro Serfermandarê Lîwayê, Şevkî Gûvençê ji karî hat avêtin.
Hat eşkerekirin ku serfermandar bi biryara wezîrê parastinê, Fikrî Işikî ji karê wî hat avêtin.
Gûvençê Albay li Fermandeya Balgatê ya Enqereyê hat erkdarkirin.
Wezareta Saxlemiyê bi raporekê eşkerek kiribû ku leşkerên li Lîwaya Manîsayê ketine jehriya xwarinê.
Piştî bûyera jehrîdanê, xwediyê şirketa xwarinê ya bi navê Rota û 9 xebatkarên wê hatin girtin. 38 kesên hatibûn desteserkirin û pirraniya wan leşker bûn serbest hatine berdan.(EKN/MB)