Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serekanê Amerîkayê Dunford derbarê hevdîtina xwe ya bi Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar de, li sîteya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de daxuyanî da.
Dunford di daxuyaniya de got ku mebesta operasyona niha bidestxistina Reqayê nîn e, îzolekirina DAIŞê ye.
Dunford daxuyand ku di encama wê hevdîtinê de derbarê rizgarkirina Reqayê, rêvebirina bajêr de hat lihevkirin ku Tirkiye û hêzên koalisyonê bi awayekî pilandirêjî bixebitin.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku bi wê hevdîtinê ve hatiye xwestin ku operasyonên li Reqa, Mûsil û li cihên din were kordînekirin.
Dibe ku pêvajoya îzolekirinê bi mehan bidome
Sererkanê Amerîkayê Joe Dunford di operasyonê de derbarê rola Hêzên Sûriya Demokratîk de wiha axivî:
“HSD ji bo îzolekirina dijmin ber bi Reqayê ve pêş diçe. Me her dem jî gotibû ku asta îzolekirinê wê bi mehan bidome.
“HSD wê rê nede hêzên DAIŞê yên Mûsilê ku alîkariya Reqayê bikin. Hêzên Reqayê jî nikarin li Tirkiyeyê, Ewropayê û Amerîkayê operasyonan bikin. Em dê bi vê operasyonê ve derî li wan teng bikin.
“Em dizanin ku ji bo destdehiştin û rêveberiya Reqayê HSD ne çareserî ye. Em niha ji bo operasyonê hewl didin kuj hêzeke tevlihev amade bikin.”
HSDê daxuyandibû ku wan di 6ê Mijdarê de dest bi Operasyona Reqayê kiriye.
Eşîrên herêmî dikarin rêveberiyê hildin destê xwe
“Eşîrên herêmî û gelên li Reqayê dijîn dikarin pêşengiya operasyonê bikin û piştre rêveberiyê destê xwe de bihêlin.
“Pêwistî bi erebên sûniyan heye. Muxalefeta Sûriyê û OSO jîbeşdarî operasyonê dibe.”
(HK/YO)