Kurd sersalê li gorî Salnameya Rûmî pîroz dikin. Sersal li gelek bajaran bi çalakiyan cûda hat pîrozkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê di çarçoveya pîrozbahiyên Serê Salê de bernameyek li dar xistin. Li Kolana Sakarya ya Rezanê hevşaredarên bajarê mezin a Amedê û hevşaredarên Rezan ligel def û zirneyê û "kosegelî" hatin gel hev û heta Parka Koşûyolûyê serdana esnafan kirin û şekir belavkirin.
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayazê, destnîşan kir ku çalakiyên çandî yên ku ji ber qeyûman demeke dirêj bû pêk nedihat dê ji nû ve wê were li dar xistin û xwest sala nû bibe sala hêviyê û aştiyê.
Sêrt û Stenbol
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di bernameyê de çîrok, stran hatin gotin û atolya zarokan pêk hat her weha dengbêjan stran gotin û piştre bi gerandina govendê bi dawî bû.
Li Sêrtê di çalakiyên ku bi hevkariya şaredarî û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN DER) hatin lidarxistin de pêşandana şanoyê hatin kirin, diyarî li zarokan hatin belavkirin û govend hat gerandin.
Li Stenbolê pîrozbahiya Serê Salê ya ku ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê ve hat li dar xistin, nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Enstîtuya Kurdî, hunermendên Koma Çand û Hunerê ya Golgeyê û gelek welatî beşdar bûn.
Sersara Kurdî
Kurd bi salan e li gorî Salnameya Rûmî ango Gregoryenî jî sersalê pîroz dikin. Li gorî vê salnameyê sersal piştî sersala Mîladî ango Julienî bi 13 rojan e. Salnameya Rûmî li gorî tevgera Rojê tê hesibandin. Ango li gor gera Dinyayê ya li dora Rojê diyar dibe. Ji ber wê jî jê re Salnameya Rojê jî tê gotin.
(TY/AY)