Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê di roja 21em de didomin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Xezeyê, Îsraîlê tevahiya şevê Xeze bombebaran kiriye.
2 Filistînî li Şerîeya Rojava hatin kuştin
Leşkerên Îsraîlê bi ser wargehên Cenîn û Nablusê yên li Şerîeya Rojava ne girtine. Di serdegirtinan de 2 filistînî mirin û 12 filistînî jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya WAFAyê, Filistîniyên bi navê Abdullah Besam Ebûl Heyca û Eyser Muhammed el-Amir di dema serdegirtina Cenînê de bi guleyên hatin kuştin.
Li Xan Yunusê mal bombebaran kirin: 15 kes mirin
Îsraîlê malên sivîlan li herêma Xan Yûnisê ku li başûrê Xezeyê ye kir armanc. Di êrîşan de herî kêm 15 Filistînî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ragihand ku li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, wan bi mûşekan êrîşî paytexta Îsraîlê Tel Avîv û Yafayê kir.
Di êrîşên Xezeyê de 29 hezar xanî hilweşiyan
Li Xezeya ku Îsraîl ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve bombebaran dike heta niha zirar li 190 hezar xaniyî ketiye û 29 hezar xanî jî bi temamî hilweşiyane.
Li gorî hikûmeta li Xezeyê, di êrîşan de 79 avahiyên hikûmetê, 38 mizgeft, 3 dêr û 189 dibistan hatine bombekirin. Ji dibistanan 25 ji xizmetê ketine.
(NT/AY)