Tevgera Hamasê di roja Şemiya 7ê Çiriya Pêşiyê operasyon dabû destpêkirin. Wezareta Tenduristiye ya Filistine derbare erişen piştî wê operasyonê yên ku ji aliye arteşa İsraile ve li ser heremên curbicur en Şerieya Rojava hatin lidarxistin de, daxuyani da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya vê sibê da ragihand ku di encama gulebarana artêşa Îsraîlê ji roja şemiyê û vir ve Qudis jî di nav de li bajar û bajarokên Şerîeya Rojava, El-Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Qelqeliyyeyê 14 kes mirine.
Bi operasyona bi navê Tofana Aksayê ya Tevgera Hemasê re, artêşa Îsraîlê jî li Xezzeyê êrişên hewayî pêk anî û êrişî Şerîeya Rojava kir.
700 sivîl û 73 leşkerên Îsraîlê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê de 413 kes mirine û 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûne.
Di çapemeniya Îsraîlê de jî hatibû diyarkirin ku di êrîşên Filistînê de heta niha 700 Îsraîlî mirine û 2 hezar û 315 kes jî birîndar bûne.
Li gorî televîzyona Kanal 12ê ya ku navenda wê li Îsraîlê ye, bi giştî hejmara birîndaran derket 2 hezar û 315 kesan ku ji wan rewşa 365 kesan giran e. Rojnameya Haaretzê jî ragihand ku rewşa 25 birîndaran giran e û di xeteriyê de ne.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku heta niha 73 leşkerên wan di êrîşan de mirine û zanyariyên nasnameya 16 leşkerên din yên ku di êrişan de mirine bi malbatê wan û raya giştî re parvekirine.
Çi bûbû?
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassamê di 7ê Çiriya Pêşiyê de li dijî Îsraîlê operasyona bi navê “Tofana Aksayê” dabû destpêkirin.
Tevgerê bi hezaran mûşek û roket ji Xezzeyê avêtibû Îsraîlê û komên çekdar jî ketin nav niştecihên herêmê.
Arteşa İsraile jî bi balefiren şer li dijî Xezeye êriş da destpêkirin. (AS/AY)