Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Gazzeyê, ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha, di encama êrîşên Îsraîlê de, 35 rojnameger mirine.
Ofîsa Medyayê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek weşand û lîsteya rojnamegerên mirine, aşkere kir.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî diyar kiribû ku heta 29ê Çiriya Pêşiyê, bi kêmanî 29 rojnameger mirine.
Li gorî daxuyaniyê, 24 rojnamegerên filistînî, 4ên îsraîlî û rojnamegerekî libnanî mirine, 8 rojnameger birîndar bûne. Her weha 9 rojnameger winda ne yan jî hatine desteserkirin. (AS/FD)